Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke de 3 Kes li Herêmên Kurdan li Tirkîyê Hatin Kuştin


Serhildayên Kurd li pêş polîsxaneyeke li başûrê rojhilata Tirkîyê otomobîleke bembebarkirî peqand û her kêm 3 kes kuştin.

Li gor walîtîya Dîyarbekirê êrîş xaleke kontrolê ya polîsan ya ser rêya navbera Dîyarbekir û Batmanê kir armanc.

Karidestên Tirk ragihand ku 25 kesên din di êrîşê de birîndar bûn û di nav wan de çend polîs jî hene.

Dîdevanên bûyerê ragihand ku li cîhê peqînê erd qelişî û avahîyeke nêzîk jî wêran bû.

Êrîşên PKK di demên borî de zêdetir bûye, piştî ku peyvajoya aştî ya bi dewletê têk çû.

Di êrîşên hefteya çûyî de herî kêm 12 kes li herêmên Kurdan hatibûn kuştin ku piranîya wan polîs û leşker bûn.

XS
SM
MD
LG