Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Navdar yên Tirkîyê bi Îdiaya Piştgirîya Darbê Tên Darizandin


Rojnamevaneke ku li pêş Dadgeha Stenbolê piştgirîya Ahmet Altan dike
Rojnamevaneke ku li pêş Dadgeha Stenbolê piştgirîya Ahmet Altan dike

Doza 17 kesên ku piranîya wan rojnamevan in û jiber peywendîyên bi Fetullah Gulen têne tawanbar kirin, do Duşemê li Stenbolê destpê kir.

Di nav bergumanan de rojnamevanên navdar Ahmet Altan, birayê wî Mehmet Altan û Nazli Ilicak hene.

Ahmet Altan beşdarî rûniştina yekê nebû û hat ragihandin ku ewê piştre di ser girêdana vîdyoyî (SEGBIS) parastina xwe bike.

Jimareke rêxistinên mafên mirovan yên wek PEN International, Komîteya Parastina Rojnamevan (CPJ), Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) rûniştina li Dadgeha Cezaya Giran ya 26’an ya li Stenbolê şopand.

Parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Altan Tan û Garo Paylan beşdarî rûniştinê bûn.

Di rûniştinê de jibo Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazlı Ilıcak bi tawana ‘’tevî ku ne endamê rêxistina terorî ne, lê jibo rêxistinê sûcan pêk tînin’’ ji 7,5 sal heta 15 sal hepis hat xwestin.

Tirkîyê, piştî hewildana darbeyê ya di Tîrmeha 2016’an, nêzî 150 sazîyên medya girtine û niha zêdetirî 100 rojnamevan li girtîgehên Tirkîyê ne.

XS
SM
MD
LG