Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Dawî ya Doza KCK Eşkere Bû


Ji doza KCK’ê ya ku 154 sîyasetvanên Kurd dihatin dad kirin, biryara dawî derket.

Duyem’n Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê cezayê giran da 97 sîyasetvanên Kurd. Herwisa jibo 57 kesan jî biryara beraatê da.

Doza KCK’ê di 18ê Cotmeha sala 2010’an de destpê kir û heft sal dewam kir. Dozger 7 hezar û 500 rûpel îdianame amade kir.

Li gorî biryara dadgehê bi îdiaya rêvebirîya rêxistina terorê ji hevserokê HDP’ê Kamuran Yuksek, parlamenterê BDP’ê yê berê yê Wanê Kemal Aktaş re 21 sal;

Ji Şaredarê Amedê Firat Anli ji Hevserokê KCD’ê Hatip Dicle û parlamentere bere yê Muşê Demîr Çelîk re 6 sal;

Ji hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk re jî 1 sal û 3 meh cezayê zindanê hat birin.

KHF_3_28_17_KCK
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:26 0:00

XS
SM
MD
LG