Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Vekolînekê Ser Karanîna Firokên Bêmirov Dike


Neteweyên Yekbûyî dest bi vekolînekê kir ku bandorên karanîna firokên bêmirov anku drone û kuştinkarîyên armanckirî di operasyonên dij-terorîzmê de bizane.

Vekolîn de li 25 êrîşên wî rengî yên li Pakistan, Yemen, Somal, Afganistan û herêmên Filîstînê were kirin û herwiha pêdaçûnê li ser kuştin û birîndarkirina sîvîlan jî bike.

Vekolîn ji alîyê Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê dij-terorê, parêzerê Britanî Ben Emmerson ve were rêve birin.

Ben Emmerson dibêje, karanîna teknolojîya firokên bêmirov li vê derê ye û naçe derekî, lê divê rêbaz û qanûna wê hebin.

Tê ragihandin, piranîya êrîşên firokên bêmirov ji alîyê Amerîka ve hatine kirin.
Hêjayî gotinê ye, Îsraîl û çend welatên din jî xwedîyê heman teknolijî ne.

Pakistan yek jî 3 welatan bû ku daxwaza vê vekolînê kiribû û êrîşên Amerîkayê yên li ser tixubê wê ya bi Afganistanê şermezar kiribû, bi sedema ku ew êrîş bêrêzîya dijî serwerîya wê ye.
XS
SM
MD
LG