Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Generalên Tirk yên bi Darbeya Leşkerî Peywendîdar li Dubai Hatin Girtin


Gelek leşker di hewila darbeya leşkerî de hatin desteser kirin
Gelek leşker di hewila darbeya leşkerî de hatin desteser kirin

Ajansa AFP ji zarê karbidestên Tirk radigihîne, 2 generalên Tirk ku li Afganistanê dixebitin li Dubai hatine binçav kirin, bi gumana ku peywendîya wan bi darbeya leşkerî ya hefteya borî heye.

Karbidstê Tirk ku nexwest nave wî eşkere be, da zanîn ku General Mehmet Cahit Bakir, fermandarê hêza Tirkîyê li Afganistanê û General Şener Topuç li firîngeha Dubai hatin binçav kirin.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk ragihand ku desteserkirina du generalan bi hevkarîya Sazîya Îstixbaratî ya Tirkîyê (MIT) û karbidestên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) çêbûye, lê hurgilîyên din neda.

Hêjayî gotinê ye ku cara yekê ye ku serbazên bilind yên artêşa Tirkîyê, bi girêdayî darbeya leşkerî, li dervayê wî welatî têne desteser kirin.

XS
SM
MD
LG