Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Pênc Sal Cezayê Zindanê li Dundar û Gil Dibire


Ajansa AP radigihîne ku rojnamevanên Tirk yên navdar Can Dundar û Erdem Gul jiber “eşkerekirina agahîyên nepênî yên dewletê” ceza xwarin, çend demjimêr piştî ku Dundar berî avahîîya dadgehê ji êrîşeke çekdarî rizgar bû.

Dadgehê, edîtorê rojnameya Cumhuriyet Dundar, bi “eşkerekirina agahîyên nepênî yên dewletê” bi pênc sal û deh meh û nûnerê rojnamê ya Enqerê Gul jî bi pênc sal cezayê zindanê mehkum kir.

Dadgehê jiber îdiaya tawanên ser “hewila darbeyê” ceza li her du rojnamevan nebirî.

Dundar piştî eşkerebûna cezayê hember xwe got ku bi vê cezayê karê rojnamegerî hatiye mehkum kirin.

XS
SM
MD
LG