Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serfermandarên Amerikî Û Tirk Îro Ser Mijara Reqa Dicivin


General Joseph Dunford
General Joseph Dunford

Serfermandarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Joseph Dunford û Serfermandarê Tirk Hulusî Akar îro Înê li Bingeha încîrlîk ya bajarê Edenê hevdîtinekê pêk tînin.

Li gor agahîyên ku hatine destxistin, mijarên serekî operasyona Reqa û avakirina herêmên ewle li Sûrîyê ne.

Tirkîye ji Amerîka dixwaze ku operasyoneke hevbeş bo azadkirina Reqa pêk were û Washington nema piştgirî bide hêzên Kurd yên li Sûrîyê.

Dîsa, Enqere hêvî dike ku herêmên ewle ku Serokê Amerîka Donald Trump pêşnîyar kiribû, di bin kontrola wê de bin da ku pêşî li Kurdên Sûrîyê bene girtin.

ZY_2_17_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:41 0:00

XS
SM
MD
LG