Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdo Çîlo: Ku Êrîşên Artêşa Tirk Bidomin, Emê Bersîvê Bidin


Tixubê navbera Raco û Tirkîyê
Tixubê navbera Raco û Tirkîyê

Sê endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di encamê armanckirina artêşa Tirk li navçeya Raco birîndar ketin. Dîsa, herêma gundên Merenez û Keştear yên Şehba jî hatin topbaran kirin.

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Çîlo dibêje ku xalên YPGê li navçeya Raco, li Kopriya Heşarkê hatin armanc kirin.

“Dewleta Tirkîye dixwezê şerekî derxîne da ku bi hinceta şer derbasî herêma Efrînê bibe. Heta niha hêza Kurdî li Efrînê bersîva wan êrîşan nedaye, lê ger êrîş berdewam bin, emê bê bersîv nemînin.”

Çîlo bi berdewamî dibêje ku hêza Efînê têra herêmê dike ku xwe biparêze, lê ew naxwazin şerekî cîrantî derxin.

Çîlo bal kişand ku Kantona Efrînê bi gîştî di seferberiyê da ye û ger êrîş bidomin mafê wan yê parastinê heye, loma jî ew di amadekariyê da ne.

Ebdo_Çîlo_8_29_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG