Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka Kantona Efrînê: Rêxistinên Alîkarîyê Destekê Nadin Me


Efrîn
Efrîn

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, di hevpeyvîneke taybet ya bi Dengê Amerîka de ragihand ku nifûsa wî bajarî, jiber penaberan du qat zêde bûye û rêxistinên alîkarîyê destekê nadin.

Hêvî Mustefa dîyar kir ku Efrîn bi qasî 5 sal in di bin ambargo de ye û pêdîvîyên jîyanê bi awayekî pir buha digihejin wir.

‘’Bi berhemên Efrînê me hinekî ambargo şikand, lê gel zor û zehmetîyên mezin dikşîne. Bazirganên ji derve tên, li vir tiştan buha difroşin û tiştên vir jî erzan dikirin.’’ Hêvî Mustefa got.

Xanim Hêvî bal kişand ku Efrîn di ser jenaratoran re elektrîkê bi kar tîne ku ew jî pir buha ye û tenê têra televîzyon û komputeran dike.

Hêvi Mustefa bi berdewamî da zanîn ku Tirkîye û hêzên ku ew dewleta piştgirîya wan dike ji bakur û başûr êrîşî Efrînê dikin.

Hevseroka Kantona Efrînê dîyar kir ku ‘’Tirkîye jibo ku îradeya Kurd li bakurê Sûrîyê bi pêşde neçe’’ dixwaze wan kaşî nav cengê bike lê ‘’ew ji destpêka şoreşê ve aştîxwaz in û şer naxwazin’’

Hevpeyvîna ligel Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mustefa
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:38 0:00

XS
SM
MD
LG