Do li Efrînê, li Hola Zagros ya ser rîya Recp û Efrînê semînerek ji alîyê Dr. Noristan Memo, ku pispora kîmya yê, hate lidarxistin.
Di dema dawî de, li Kantona Efrînê nexweşîyên mîna gurçik û pençeşêr û hin nexweşîyên din belav bûne û piştî lêkolînan, sedemê serekî yên van nexweşîyan qirêjkirina jîngehê ye.
Di semînerê de hejmarek ji xwedanê kargeh û pêşesazîyê û herwiha desteyên Rêvebirîya Xweser û Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelel Ceger jî beşdar bûn û hinek pêşnîyar li gor derfetên herêmê hatin nîqaş kirin
Hêjayî gotinê ye ku di hindura pênc salan de hejmareke bilind ji welatîyan hatin herêmê û herwiha hejmarek ji kargehan jî jîngeha herêmê gemar kirine.