Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kantona Efrînê Efûyeke Giştî Hate Ragihandin


Encûmena Zagonsaz ya Kantona Efrînê
Encûmena Zagonsaz ya Kantona Efrînê

19’ê Tîrmehê, ku hîngê hêzên rejîmê ji herêmên Kurdî li Sûrîyê derketin, wek Roja Şoreşa Rojava tê bi nav kirin û di vê rojê de gelek pîrozbahî li seranser Rojava tê kirin.

Bi hilkeftina vê rojê Encûmena Zagonsaz ya Kantona Efrînê efûyeke giştî ragihand.

Li gor seroktîya encûmenê, ev lêborîn li ser daxwaza hevseroktîya encûmena damezrêner ya Federalîzma Bakurê Sûrîyê û piştî serketinên balkêş ji alîyê Hêza Sûrîyê Demokratîk (HSD) ve, hate ragihadin.

Efûya giştî sebî kesên tawanbar yên berî 14/7/2016 hatine girtin derbas be û heta kesên karê têrorê kirine jî bêne lêborîn ku lêvegerekê ji xwe re çêkin.

Hêjayî gotinê ye 19ê Tîrmehê li herêmên Kurdî li Sûrîyê, bi taybet li Efrînê mîna cejnekê tê pîroz kirin.

EM_7_19_2016_Leborin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG