Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Hêzên Me yên li Efrînê Bo Şopandina Agirbestê li Wir In


Leşkerên Rûsî li Helebê
Leşkerên Rûsî li Helebê

Wezareta Berevanî ya Rûsî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku plana wan tune ku li Sûrîyê bingehên nû yên leşkerî vekin.

Daxuyanî dîyar dike ku leşkerên Rûsî bo şopandina agirbestê li erde çûne Efrînê ku çavdêrî li binpêkirinên agirbestê bikin.

Demeke zûtir ya îro, Reutersê ji zarî berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl ragihandibû ku Rûsya li Efrînê bingeheke leşkeri ava dike, lê daxuyanîya Xelîl ku di malpera fermî ya YPG’ê de hatibû weşandin, qala tiştekî wiha nekiribû.

XS
SM
MD
LG