Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelal Ceger: Dewleta Tirk bi Êrîşên Xwe Nikane Îrada Gelê Me Bişkêne


Kurdên Efrînê li ser sînor nerazbûna xwe dijî avakirina dîwara li nav ava Rojava dîyar dikin
Kurdên Efrînê li ser sînor nerazbûna xwe dijî avakirina dîwara li nav ava Rojava dîyar dikin

Deweleta Tirkîyê di dema dawî de êrşên ser herêma Efrînê zêde kiriye û ji gelek alîyan gundên Kurdan dide ber top û hawanan.

Enqere di heman demê de avakirina dîwareke seranser sînorê Rojava didomîne û serxetê û binxetê ji hev cihê bike. Îro Kurdên Efrîne li ser tixub civîn ku avakirina dîwarê li hindurê axa Rojava protesto bikin.

Zelal Ceger, endama rêvebirîya TEV-DEMê li Kantona Efrînê dibêje, Tirkîyê di demên dawî de êrîşên xwe li ser Efrînê zêde kiriye ku îrada gel bişkîne.

“Ew çend hefte ne dewleta Tirk hem li alîyê Reco, hem Cîndirês û hem jî hêla Ezazê êrîşî Kurdan dike û dikxwaze îrada gelê me bişkîne û Efrînê jî texe nav deverên bin kontrola xwe.”

Ceger dide zanîn ku heta niha 8 hemwelatî bi destê leşkerên Tirkan, bi guleyên rastîn û ava şidiyayî hatine birîndar kirin, lê gel bi berdewamî berxwedana xwe ya ser sînor didomîne.

***

Ser Sînorê Efrînê Xwepêşandan, Birîndar Hene
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

XS
SM
MD
LG