Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Sedema 'Peywendîya ligel PKK'ê' Dora 15 Hezar Mamoste ji Kar Dûr Dixe


Endamên Egitim-Sen'ê
Endamên Egitim-Sen'ê

Ajansa Reuters radigihîne ku Tirkîyê pirtir jî 10,000 mamoste ji kar dûr xistin, bi sedema ku peywendîya wan bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya qedexekirî heye.

"Ew kesên behskirî bi kindemî ji karên xwe hatine dûrxistin – bi mûçe destûrkirî hatin hesibandin – heta ku lêpirsîna fermî bi dawî dibe," karbidestekî ku bi şerta nedayîna navel xwe ji ajansê re got.

Heman jêder da zanîn ku bi giştî 11,500 mamostaji kar hatin cemidandin, bi hiceta ku bi piştgirîya “rêxistina terorîst ya cudaxwaz û hevalbendên wê bikin” di hin çalakîyan de cîh girtine.

Hêjayî balkişandinê ye ku biryara dûrxistina mamosteyan yek hefte berî vekirina xwendingehan li seranser Tirkîyê tê.

XS
SM
MD
LG