Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de 3 Kes li Bajarê Êlîhê Birîndar Bûn


Turkey
Turkey

Reuters'ê îro Înê ragihand ku di peqîna wesayîteke bombebarkirî de 3 kes li Êlih (Batman) ya li başûrê rojhilata Tirkîyê birîndar bûne.

Ajansê ji zarê hêzên ewlekarîyê dîyar kir ku wesayîtê rawestgeheke kontrolê ya cendirmeyan armanc kiriye û 2 leşker û sîvîlek birîndar bûye.

Piştî peqîn, jimareke ambulans û tankerên agirkuj bo cîhê bûyerê hatine veguhastin.

Berpirsîya peqînê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe, Ajansa Nûçeyan ya Doganê wek berpirs Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) nîşan da.

Agirbesta di navbera PKK û hikûmeta Tirk de, di sala 2015'an de bi dawî bûbû.

XS
SM
MD
LG