Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duberiya Enqerê Û Bexda bi Destpêkirina Operasyona Mûsilê Dijwartir Dibe


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Dema Yekînyên leşkerê Îraqê operaqsiyona rizgarkirina Musil ji destên çekdarên DAIŞ da destpêkirin, duberiya di navbera Tirkiyê û Îraqê de peqiya.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan bi gotinên dijwar Bexda rexnekir û metirsiya ji holê rakirina etnîkî li Musil anî ziman û daxwaza beşdariya Tirkiylê di êrîşa rizgarkirina Musilê de kir.

Erdogan got, alî hene beşdarin di operasiyona rigarkirina Musilê de, têkliya wan bi Îraqê re tu neye, lê Tirkiyê 350 Km sinor li gel Îraqê heye çima ew maf nîne beşdariyê di şerê Musil de bike.

Niha Tirkiyê li bingeha başîqa ya leşkerî nêzîkî 700 leşeker û hejmareka tangan hene, lê Bexda bi hîç şêwe hez nake Tirkiye beşariyê di şerê Musil de bike, Îraq dîsan dibêje pêwîste leşkerên Tirkiyê ji Başîqa derkevin û di nav axa Îraqê de nemînin, ev daxwazên Îraqê bûn sedema nerazîbûna Tirkiyê.

Wek tê zanîn li heftiya borî Erdgona gef li Îraqê kir bûn û serok hikûmetê Îraqê Haider al-Abadî bi tundî bersiva Erdogan dabû, niha Tikiye dixwaze şandekê bi serokatoya wezîrê derve bişîne Bexda, herweha derheqa şerê Musil Tirkiye roja Yekşemê berç destpêkirina operasiyona rizgarkirina Musil bi berpirsên Amerîkî re axift bûn.

XS
SM
MD
LG