Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxana Îsraelê li Tirkiyê Rastî Êrîşekê Tê


Roja çarşemê berî nîvro kesekî bi kêran êrîşek bir ser balyozxana Îsraelê li Enqereê, lê ji aliyê zêrevanên balyozxanê de hat kuştin.

Çavkanî didin zanîn ku, kesekî bi hildana siloganên (Elah û Akber) ber bi balyozxana Îsraelê li Enqerê de çû, polîsên zêrevan dema ew dîtin, gulle berdan wî û hat kuştin.

Ofîsa desthilatdariya Enqerê daxuyaniyek derheqa êrîşê da weşand û ragihand ku, kesê êrîşkar navê wî Osman Nurî Çalişkan e, xelkê Konyayê ye, ji dayîk bûyê sala 1975 e, daxuyanî dibêje heta niha wan hîç pêzanînek nînin kanê têkiliya wî bi terorê re heye yan na.

Daxuyanî dîsan dibêje kesê êrîşkar çeqoyek 20 sentîmetrî û çantayek di gel de bûn, lê weha dixweyê ku ew kesekî ji mejiyê xwe ne temame, weke daxuyaniya Îdara Enqerê dibêje.

Emmanuel Nahshon gotebêjê wezareta derve ya Îsraelê ji Orşelîm dibêje di encama êrîşê de ziyan bi kesekî ji karmendên bayozxanê neketîye û heta niha pêzanînên temam liser êrîşê ne gehiştine wan.

XS
SM
MD
LG