Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Navbera Komên Tundrê li Bakurê Rojavayê Sûrîyê Gurtir Dibe


Di vê fotoya arşîvê de çekdarên Cund el-Eqsa
Di vê fotoya arşîvê de çekdarên Cund el-Eqsa

Ajansa AP radigihîne ku di pevçûnên navbera du komên tundrê yên Îslamî de, bi dehan kes li bakurê rojavayê Sûrîyê hatine kuştin.

Ajans ji zarê bizavkaran radigihîne ku tirs li Sûrîyê mezin dibe ku berî danûstandinên Cenevrê, navbera komên dijberî Serokê Sûrî Beşar Esad de pevçûnên hîn kujêr biqewimin.

Di şerê navbera Tahrîr el-Şam ya koalîsyona bi pêşengîya El Qaydê û Cund el-Eqsa de heta niha ji her du alîyan nêzî 70 şervan hatine kuştin.

Bizavkarên ser erdî didine zanîn ku şer taybetî li dora herêmên ku navenda Hama û bakurê rojavayê digihejin hevdû gur bûye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Tahrîr el-Şam heta niha 6 gund ji Cund el-Eqsa standine.

XS
SM
MD
LG