Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Sîyasetvan û Bizavkarên Alman li Dijî Erdogan Doz Vedikin


Ajansa Reuters radigihîne ku jimareke qanûndanêr, berevankarên mafên mirovan û kesên navdar îro Duşemê dozeke civakî li hember Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan vekir, bi sedema ku wan di operasyonên dij-terorê de “tawanên ceng” kirine.

Peywendîyên navnera Alman û Tirkan di rewşeke xirab de ye, piştî ku parlemana Almanî qirkirina Ermenîyan ji alîyê Osmanîyan ve, wek jenosîd qebûl kir.

Di nav bîragiştî ya Almanî de giwaştineke xurt li hember Serokwezîrê Angela Merkel çêdibe ku Erdogan ji kiryarên binpêkirina mafên mirovan, berpirs bigire.

“Erka me ye ahlaqî ye ku li dijî tawanên ceng yên sîstematîk li Tirkîyê, di çarçoveya Qanûna Tawanan ya Navnetewî de dozê vekin,” li ser navê kesên gilîdar, parêzerên wan Britta Eder û Petra Dervishaj got.

Di gilînamê de herwiha li dijî serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û çend kerbidestên din yên bilind jî doz tenê vekirin..

Di nav kesên ku dozê vekirin de strançeker Konstantin Wecker, actor Rolf Becker, parlamentera Partîya Çep Ula Jelpke û jimareke kesên din jî hene.

XS
SM
MD
LG