Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Hilbijrtinên Pêşwext Dikare Were Rojevê


Di vê demê de ku qanûndanêrên Tirkîyê guherîna hin xalên qanûna bingehîn gotûbêj dikin ku sîstema seroktîyê bînin, Serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan îro got ku eger parleman nikare karê xwe bike, hîngê hilbijartinên pêşwext wê were rojevê.

Erdogan da zanîn ku ew her dem li dijî hilbjartinên pêşwext derketiye û hêvîya wî ew e ku parleman erka xwe bi cîh bîne û danûstandinên guherîna qanûna bingehîn vê heftê temam bike.

Parlemana Tirkîyê di tura yekê ya dengdana jibo guhertina xalên qanûna bingehîn de, xala ku erkên serokomarî berfirehtir dike qebûk kir. Ji 481 parlementerên ku deng dane, 340 parlamenter ji xala 8ê re gotibû ''erê'' û 135 parlementer jî gotibû ''na''

Li gor xalên ku hatine pejirandin, dê serokomar bikaribe qanûnan derxîne û wan bi şûnde vegerîne parlemanê. Ew herwiha dê bikaribe biryarnameyan derbas bike, sîyaseta ewlehîya neteweyî dîyar bike û eger pêwîst be, guhertinan bike û biryaran bide.

Hêjayî gotinê ye ku di paketa guhertina qanûna Tirkîyê de 18 xal hene û heta niha 8 hatine pejirandin.

XS
SM
MD
LG