Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dewleta Belcîka bi Vehewandina Endamên PKK Û Kesên Derbekar Tawanbar Dike


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan roja Çarşemê got Belcîka bûye navenda endamên Partiya karkerên Kurdistan(PKK)ê û kesên Fethullah Gulen yên ku Enqere wan bi pilandanerên derbeya leşkerî ya neserkeftî tawanbar dike, ya ku li 15î Tîrmeha derbasbûyî pêkhatî.

Erdogan berî bi serdanek fermî qesta Pakistanê bike, hind daxuyanî dan rojnamevanan û got wan belgên bawerpêkirî liser hebûna rêxistinên ku li Almaniya alîkariyê didin Partiya karkerên Kurdistan (PKK) dane dest berpirsên Alman, herweha Erdogan welatê Belcîka jî bi vehewandina endamên rêxistina PKKê û ya Fethullah Gulen tawanbar kir.

Di daxuyanên xwe de Erdogan dîsan got hêzên opozisyona Sûrî ya ku Tirkiye piştevaniya wan dike gelek nêzîkî bajarê Al-Bab bûne li bakûrê Helebê.

Wek tê zanîn Hêzên Sûriya Demokratîk ew jî hewil didin bajarê Al-Bab kontrol bikin, herweha bajarokê Qebasîn doh ji aliyê hêzên opozisyona Sûrî yên dewleta Tirk piştevaniya wan dike hat bû kontrol kirin

XS
SM
MD
LG