Lînkên eksesibilîtî

Erdogan: "Heke Hûn Zêdetir Herin, Ev Derîyên Sînor Dê Vebin"


Parlementoya Ewrupa (PE) wek pêşnîyaz xwest ku danûstandinên navbera Tirkîye û Yekîtîya Ewrupa (YE) bê rawestandin.

Di wê pêşnîyazê de dihat destnîşan kirin ku jiber ku li Tirkîyê binpêkirinên û xirakirina azadî, demokrasî û mafên mirovan heye, divê danûstandin were sekinandin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê di kongreya Jin û Edaletê ya KADEM’ê de biryara PE nirxand.

“30-40 kes civîyane dengê “na” bikar anîne, yên din jî gotine “erê”, hema hûn tev bibêjin “erê” hûnê çi bikin,” Erdogan got.

Wî rexne li welatên Ewrupî kir ku xwedî li penaberan derneketine.

"Dema ku 50 hezar penaberên Sûrî giheştin derîyê sînorê Kapikulê, we kir hawar û gazî. Li min binerin! Heke hûn zêdetir herin, ev derîyên sînor dê vebin, hûn vê bizanibin, ”Erdogan bi awayekî gefkarî got.

Hêjayî gotinê ye ku biryara herî dawî ya rawestandina endamtîya danûstandinên nav Yekîtîya Ewrupa (YE) û Tirkîyê, ji hêla lîderên dewletên endamên YE ve tê dayîn. Wê lîderên YE’yê di 15-16'ê Kanûnê de bicivin û biryara xwe eşkere bikin.

XS
SM
MD
LG