Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Û Putin Derbarê Têkiliyên Herdu Welatan Û Pirsgirêkên Sûriyê Dicivin


Recep Tayyip Erdogan- Serokomarê Tirkiyê
Recep Tayyip Erdogan- Serokomarê Tirkiyê

Recep Tayyib Erdogan Serokomarê Tirkiyê îro bi armanca pêk anîna civînan li gel serokê Rûsya Vladimer Putin, bi seredanekê çû Rûsya.

Li Enqerê berî bi rê bikeve Erdogan jibo rojnamevanan axivî û got"Me û Rûya hevkariyek baş heye, me bi hevre gelek pêngavên erênî derbarê pirsgirêkên Sûriyê de avêtine, armanca me ya hevbeş bidawî anîna şerê li Sûriyê û parastina yek parçeyî ya axa Sûriyê ye".

Erdogan dîsan got ewê di vê serdanê de ji Putin daxwaza hilandina bilez ya ambargoyan bike yên Rûsya liser Tirkiyê danîne.

Erdogan dîsan ji Enqerê ragihand ku gehiştina çareseriyek siyasî li Sûriyê armancek hevbeş ya Tirkiyê û Rûsya ye, herweha armanca herdu welatan rawestandina xwînriştinê ye li Sûriyê û gehiştina çareseriyek siyasî.

Dema Erdogan li Enqerê jibo rojnamevanan behsa pirsgirêkên Sûriyê dikir, di heman demê de roja Çarşemê şanda opzisyona Sûrî û ya hikûmeta Sûrî li bajarê Astana paytexta Kazaxistanê danûstendin derbarê çareseriya pirsgirêkên Sûriyê encam didan.

XS
SM
MD
LG