Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Êdî Serokê Welat Û Serokê Partiya Desthilatdar E


Erdogan di Kongireya Partiya AKPê de li Enqere 21î Gulanê 2017.
Erdogan di Kongireya Partiya AKPê de li Enqere 21î Gulanê 2017.

Îro serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan weke serokê partiya desthilatdar AKP'ê hat hilbijartin, piştî 70 salan, Erdogan dê bibe yekem serokê Tirkiyê ku, hem serokatiya welat bike û hem serokê partiyek siyasî be.

Di destûra bingehîn ya Tirkiyê de ne dibû serok komar di heman demê de serokê partiyek siyasî be, lê piştî referandûma meha bûrî, rê hat vekirin ku Erdogan hem serokatiya welat û hem serokê Partiya xwe bimîne.

Erdogan piştî bû serokê partiya desthilatdar soz dan ku, ew berdewam şerê dojminên nava welat û derve bike, wî got"şûna em sibê serê xwe li hember qelê xwe bitewînin, emê bejna xwe li hember debengan dirêj bikîn", herweha Erdogan got"Emê şerê li dij rêxistinên terrorist berdewam bikîn."

Di kongira partiya AKP'ê ya ku, li staduyma sporê li bajarê Enqerê pêkhatî, Erdogan kandîdê yekane yê partiyê bû, jibo serokatiyê, ew bi tevhaiya dengan hat hilbijartin.

Erdogan Partiya AKPê ya ku bingehek Îslamî heye, li sala 2001an damezrand, di şûnde Erdogan çendîn pileyên berz yên dewletê weke serok wezîr wergirtine û di çendîn hilbijartina de serkeftin bidestve anîye.

XS
SM
MD
LG