Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî de 34 Mîlîtanên DAIŞ'ê li Afganistanê Hatin Kuştin


Endamekî hêzn taybet yên Afganî li devera Achin ya Nangarhar (Arşîv)
Endamekî hêzn taybet yên Afganî li devera Achin ya Nangarhar (Arşîv)

Karbidestên Afganî dibêjin ku di êrîşîn nû yên esmanî de, bi kêmî ve 34 mîlîtanên DAIŞ’ê li roijhilata welêt hatine kuştin û îstasyoneke radyo ku DAIŞ’ê bo propaganda bi kar tanî, hate hilweşandin.

Wezareta Navxweyî ya Afgan îro Duşemê ragihand ku êrîşên esmanî weşartgehên DAIŞ’ê yên li deverên Naziyan û Achin li herêma Nangarhar ya hevsînora Pakistanê qewimîn.

Dronên Afganî û yên Amerîkî berê jî çend caran li jimareke radyoyên DAIŞ’ê xistibûn, lê koma tundrê dîsa jî kanîbû ku weşanên xwe yên pirzimanî bidomanda.

XS
SM
MD
LG