Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Rojhilata Dêrezorê bi Dehan Sîvîl di Êrîşên Esmanî de Hatin Kuştin


Di wêneya ji arşîvê de sîvîlên Dêrezorê
Di wêneya ji arşîvê de sîvîlên Dêrezorê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku di êrîşên esmanî yên li ser navçeyeke li rojhilata Dêrezorê de, bi kêmî ve 30 kes hatine kuştin ku piranîya wan sîvîl in.

SOHR'ê da zanîn ku êrîş li el-Bukamal ya li nêzî sînorê Îraqê pêk hatine ku guman heye ku firok yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bin. Ajansa çavdêrîyê dîyar kir ku êrîşan mizgeftek û avahîyên sîvîl armanc kirine.

Ajansa Amaq, ku nêzî DAIŞ'ê ye, ragihand ku di êrîşên koalîsyonê de, 15 kes hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ser êrîşê hîn ti daxuyanî nedaye.

Piranîya Dêrezorê di destê DAIŞ'ê de ye ku çekdarên rêxistina tundrê yên li Îraq û Sûrîyê di ser wir re xwe digihejînin hevdu.

Fermandarên Amerîkî dîyar kiribûn ku jibo sîvîl di êrîşên esmanî de neyên kuştin, pir zêde baldar tevdigerin.

XS
SM
MD
LG