Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Îdlibê Êrîşên Esmanî yên Nû Hatin li Dar Xistin


Li Ariha ya Îdlibê piştî êrîşeke esmanî, Sibat 2017
Li Ariha ya Îdlibê piştî êrîşeke esmanî, Sibat 2017

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Çarşemê ragihand ku firokên cengê, li bakurê rojavayê Sûrîyê 5 êrîşên esmanî li dar xistine ku do jî li wê herêmê, bi êrîşeke kîmyayî ya gumankirî bi dehan kes hatibûn kuştin.

Artêşa Sûrîyê derbarê êrîşên esmanî yên Xan Şêxûn ya Îdlibê ti daxuyanî neda. SOHR’ê jî eşkere nekir ku êrîşên esmanî ji alîyê kê ve hatine li dar xistin.

Amerîka jiber êrîşa kîmyayî hêzên hikûmeta Sûrîyê tawanbar kir, lê artêşê dîyar kir ku wê di êrîşan de ti car çekên kîmyayî bi kar neanîye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya, îro Çarşemê bi daxuyanîyekê da zanîn ku gaza li navenda teqemenîya serhildayan, di encama êrîşên hikûmeta Sûrîyê de belav bûye.

SOHR’ê gotibû ku êrîşa kîmyayî ji alîyê firokên ku bawer e yên artêşe Sûrîyê hatiye li dar xistin.

XS
SM
MD
LG