Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Brîtanî jiber Êrîşa Manchesterê 8 Kes Desteser Kirine


.
.

Reuters’ê îro Pêncşemê ragihand ku polîsên Brîtanî 2 kesên din yên ku pewyendîyên wan bi êrîşa Manchesterê re heye desteser kirine ku berê jî 6 kes hatibûn desteser kirin.

Karbidestên ewlekarîya Brîtanya dîyar kirin ku jineke ku do Çarşemê hatibû desteser kirin hat berdan.

Di êrîşa xwekuj ya roja Duşemê de 22 kes hatibûn kuştin ku hin ji wan zarok bûn.

Berpirsîya êrîşê DAIŞ’ê girtibû ser xwe ku hêzên ku dewletên rojava piştgirîya wan dike li Îraq û Sûrîyê li dijî wê şer dikin.

Ji alîyê din ve Sky News ji zarê îstixbarata Alman ragihand ku êrîşvanê Manchesterê, Salman Abedî, çar roj berî êrîşê li Dusseldorf ya Almanya bûye.

XS
SM
MD
LG