Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Washingtonê Nav û Wêneyên Êrîşvanên 16ê Gulanê Eşkere Kirin


Bajarvana Washingtonê Muriel Bowser û Rêvebirê Ewlekarî yê Washingtonê Peter Newsham, preskonferansekê taybet li ser êrîşên 16ê Gulanê li dar xist û nav û wêneyên kesên ku tev li êrîşa dijî xwepêşanderên Kurd bûne, ji bîragiştî re eşkere kirin.

Rêvebirê polîsên Washintonê Newsham da zanîn ku 2 ji wan hemwelatîyên Amerîkî hatine girtin û derheqa 2 kesên Kanadî jî fermana girtinê hate derxistin.

Wî dîyar kir ku derbarê 12 parêzkarên Serokomarê Tirkîyê recep Tayyîp Erdogan jî biryara girtinê ji alîyê wan ve hate derxistin.

XS
SM
MD
LG