Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Êrîşên Tirkîyê yên li Îraq û Sûrîyê Nayê Qebûl Kirin


Wezareta Karên Derve yên Rûsya îro Çarşemê ragihand ku êrîşên Tirkîyê yên li Îraq û Sûrîyê nayê qebûl kirin ku wî welatî, prensîbên sereke yên peywendîyên navneteweyî binpê kirine.

"Di vê rewşê de, em bang li hemî alîyan dikin ku rawestin" wezaretê bi daxuyanîyekê got.

Reuters'ê ji zarê Artêşa Tirk ragihand ku wê duh Sêşemê û îro Çarşemê, di operasyona dersînor ya li Îraq û Sûrîyê 76 çekdar kuştine.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdulla di hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re de, êrîşên Tirkîyê bi tundî şermezar kiribû û ji koalîsyona navneteweyî xwestibû ku hember êrîşan bêdeng nemîne.

XS
SM
MD
LG