Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Tirkîyê jibo Êrîşên Esmanî Dereng Agahî Da


John Dorrian
John Dorrian

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê John Dorrian da zanîn ku Tirkîyê, tenê yek demjimêr berî ku êrîşên esmanî yên li Îraq û Sûrîyê li dar xîne agahî daye.

John Dorrian, beşdarî brîfînga rojane ya Wezareta Berevanî ya Amerîka bû û pirsên derbarê Îraq û Sûrîyê bersîvandin.

Berdevkê koalîsyonê bi agahîyên ser êrîşên esmanî yên Artêşa Tirkîyê yên li Îraq û Sûrîyê dest bi axaftinê kir.

‘’Ji yek demjimêr kêmtir wext şûnde Tirkîyê êrîşên esmanî li dar xistin. Wextekî ewqas kin ne bes e. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, em ne li benda kordînasyoneke wiha ya hevalbendê xwe bûn’’ Dorrian got.

Dorrian da zanîn ku yekîneyên Amerîka 10 kîlometre dûrî cîyê êrîşê bûne ku dema kin, jibo hêzên li erdê têra girtina tedbîrên ewlkekarîyê nekiriye.

Berdevkê koalîsyonê, bi berdewamî ser pêşmergeyên ku di êrîşên Tirkîyê de hatine kuştine got ku hêza pêşmerge jibo Amerîka girîng e ku ew li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke xurt dimeşînin.

John Dorrian pejirand ku li Sûrîyê û Îraqê çekdarên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) hene, lê îdiayên ku dibêjin koalîsyon çekan dide wê pûç kirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), jiber êrîşên esmanî yên Tirkîyê ji koalîsyona bi pêşengîya Amerîka alîkarî xwest.

XS
SM
MD
LG