Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Navxweyî yê Belçîkî: Êrîşvanê Parîsê, Fransî Ye


Agurkuj û hawarçû piştî êrîşê li cîhê êrîşê ne
Agurkuj û hawarçû piştî êrîşê li cîhê êrîşê ne

Wezîre Karên Navxweyî yên Belçîka Jan Jambon ragihand ku êrîşvanê Parîsê, ku do Pêncşemê polîsek kuştibû, hemwelatîyê Fransa ye.

"Vekolîn didome. Tiştê em dikarin piştrast bikin, êrîşvan Fransî ye," Reuters'ê ji zarê Jambon ragihand.

Rêxistina tundrê DAIŞ'ê jî di ser ajansa wê Amaq re berpîrsîya xwe bo êrîşê eşkere kiribû û dîyar kiribû ku Ebu Yûsif el-Belçîkî êrîş li dar xistiye.

Di êrîşen ku di Mijdara 2015'an de li Parîsê pêk hatibûn de, ji 10 êrîşkarên dihatin zanîn 2 hemwelatîyên Belçîka bûn û yên din jî li wî welatî diman.

XS
SM
MD
LG