Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Geşbîn E ku di Danûstandinên Astana de Hemî Mijar Bêne Axaftin


Serokê Sûrî Beşar Esad dibêje ku danûstandinên aştîyê li Qazaqistanê wê rê li ber lihevkirina xwecîhî bi serhildayan re veke.

Esad di hevpeyvîna televîzyoneke Japonî de got ku ew bi hêvî ye konferansa Astana bibe cîhê gotûbêjkirina hemî mijaran. “Lê, em hîn nizanin ku dîyaloga sîyasî li wê derê pêk were, jiber ku em nizanin kî dî beşdar be.”

Esad dîyar kir ku eger serhilda çekên xwe berdin, ew dikarin ji alîyê hikûmetê ve bêne efû kirin.

"Heta niha bawerîya me ew e ku Astana wê derheqa danûstandinên bi serhilyan re, li ser agirbestekê be ku ew jî dikare rê li ber danûstandinên lihevkirinê veke,” Esad got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku girîngîya konferansa Astana ew be ku agirbestekê pêk were û jîyana mirovan were parastin û alîkarîya mirovahî bigeheje herêmên curbicur yên Sûrîyê.

Rûsya, ku hevalbenda herî xurt ya Sûrîyê ye, bi piştgirîya Tirkîyê û Îranê mêvandarîya danûstandinên Astana dike. Tevî ku Enqere û Tehran di şerê Sûrîyê de dijî hev disekinin, di demên dawî de şerê dijî hêzên Kurdî û DAIŞ kiriye mijara herî girîng.

XS
SM
MD
LG