Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî li Helebê Banga Çekberdanê ji Opozîsyonê Dikin


Rûniştvanên al Şaar yta Helebê ketine dora nên
Rûniştvanên al Şaar yta Helebê ketine dora nên

Hêzên hikûmeta Sûrî, di vê demê de ku pêşdeçûna xwe li Helebê didomînin, îro Sêşemê bang li çekdarên opozîsyonê dikin ku çekên xwe berdin û xwe teslîmî karbidestan bikin.

Televîzyona dewleta Sûrî ragihand ku piştî ku hêzên hikûmetê deverên berfireh li taxa Layramoun ya Helebê kontrol kirin. Fermandarîya giştî ya artêşê rûniştvanên taxê bi sms’an agahdar kir ku korîdorên ewle hatiye vekirin û kesên ku dixwazin dikarin ji wan korîdoran deverê biterkînin.

Artêşa Sûrî ragihand ku ewê bi berdewamî pêdivîyên bingehîn yên rûniştvanên Helebê peyda bikin, lê bang li wan kir ku “çete û şervanên bîyanî” ji bajêr biqewitînin.

Hêjayî gotinê ye, hêzên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê, çend hefte ne li Heleb û dora wê di nav êrîşeke berfireh de ne û pêşdeçûnên girîng bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG