Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî li Helebê Deverên Nû ji Destê Serhildayan Distînin


Leşkerên Sûrê li Helebê
Leşkerên Sûrê li Helebê

Hêzên hikûmeta Sûrî îro Sêşemê taxeke nevendî ya destê serhildayan li Helebê stand, piştî ku êrîşên esmanî gelek deverên Heleb wêran kirin.

Karbidestên leşkerî yên Sûrî soz didin ku operasyon wê berdewam bikin, heta ku “terorîst gîş bêne paqij kirin.”

Televîzyona dewleta Sûrî hîn dîmen nîşan dan ku hêzên hikûmetê devera Farafra ya nêzîkî kelha Helebê ji destê serhildayan stand û herwiha rahihand ku şer vê gavê li beşê dîrokî ya Helebê didome.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî piştrast kir ku hêzên rejîma Esad ber bi beşê dîrokî ya Helebê pêşdeçûna xwe didomînin.

SOHR ragihand ku di ancama êrîşên esmanî de 11 kes, îro Sêşemê li rojhilata Helebê ya bin kontrola serhildayan hatin kuştin û serhildayan jî bi hawanan êrîşî gundên Nubal û Zehra kirin û keçeke bebek kuştin.

XS
SM
MD
LG