Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Dibêje Nusra li Pişt Êrîşa Şemîya Borî Ye


Serokê Surîyê Beşar Esad dibêje ku êrîşa roja Şemîyê ya ser konvoya ku ji du gundên Şîa bi rê ketibûn, ji alîyê rêxistina ku berê bi navê Cephetul Nusra dihat zanîn, hate kirin.

Reuters ji kanala Mayadeen TV ya Lubnanî ragihand ku Esad gotiye emdamekî berê yê Nusra êrîş li dar xistiye.

Heta niha ti rêxistin berpirsîya êrîşa ku ku 126 kes tê de hatibûn kuştin, negirtîye ser xwe.

Cephetul Nusra li Sûrîye berê baska fermi ya el-Qaydê bû, lê par ji wê rêxistinê veqetî û dû re jî di serê 2017'an de, bi hîn komên din yên tundrê tev li Tahrîr el-Şam bûbû.

XS
SM
MD
LG