Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed: Gelê Sûrîyê û Artêş li Pişt Min e


Serokê Sûrî Beşar Esed dibêje, gelê Sûrî û artêşa welêt li pişt wî ye, li vê demê ku şer berwam dike û gelek serbazên wî yên leşkerî revîyane Tirkîyê.

Beşar Esed di hevpeyvîneke bi televîzyona Russia Today de, îro Înîyê pêbnasînê kir ku li welatî wî perçebûnek heye, lê wî înkar kir ku serhildana dijî wî ya 19 mehan şerekî navxweyî ye.

Serokê Sûrî Esed got, “problem ne di navbera min û gel de ye. Ti kêşeyên min bi gelê Sûrî re tune ye, lê Amerîka dijî min e û Rojava dijî min e. Gelek welatên Ereb û herwiha Tirkîyê dijî min in. Eger gelê Sûrî li dijî min bûya, minê çawa li vê derê bûya.”

Hevdem, Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê radigihîne ku, herî kêm 26 serbazên leşkerî yên Sûrî xwe gihandine wî welatî ku 2 ji wan general, 11 jî kolonel in.

Karbidestên Tirk dibêjin, pirtir ji 8.000 Sûrî jiber tundûtûjî ji welatê xwe revîn û derbazî Tirkîyê bûn, ji roja Pêncşemê vir ve. Karbidest herwiha didine zanîn ku hejmara giştî ya penaberên Sûrî li Tirkîyê giheştîye 120 hezar kesan.
XS
SM
MD
LG