Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîta YE: Tirkiye Dê Pêgiriyê bi Peymana Koçberiyê Bike


Arşîv: Civîna EU û Tirkiyê di astek bilind de
Arşîv: Civîna EU û Tirkiyê di astek bilind de

Berdevka komîta Yektiya Ewrupa roja Çarşemê ji Bruksel ragihand ku YE di wê baweriyê de ye, Tirkiyê dê pêgiriyê bi peymana Koçberan bike, ya ku, di navbera welatên Yekêtiya Ewrupa û Tirkiyê de hatî îmze kirin.

Berdevk dibêje ji aliyê xwe ve, Yekîtiya Ewrupa liser soza xwe ye, li gur peymana di navbera herdu aliyan de hatî bestin.

Herweha dibêje ev peyman liser bingehê baweriyê hatiye darêtin û ew bi hêvîne ku herdu alî pêgiryê bi sozên xwe bikin.

Wezîrê Tirk yê berpirs ji têkiliyên bi Yekêtiya Ewrupa re Omer Çelik got bû, êdî peymana derbarê koçber û penaberan de ya di navbera Tirkiyê û YE de ne hewceye.

Wek tê zanîn li vê dawiyê alozî di navbera hind welatên YE û Tirkiyê de derketine holê, bi taybet li gel Hollanda û Alamaniya, tirs heye ku Tirkiye pêgiriyê bi peymana koçberan neke ya ku, di navbera YE û Tirkiyê de hat bû îmze kirin û heta nioha YE gelek alîkariya madî daye Tirkiyê jibo rêgirtina liber hatina pûêlên penaberan bo welatên YE.

XS
SM
MD
LG