Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Û Almaniya Berî Komcivîna YE Xalên Giring Destnîşan Dikin


F. Hollande û A. Merkel
F. Hollande û A. Merkel

Şêwirmenda Almaniya û serokê Fransa roja pênşemê rojekê berî komcivîna welatên Yekêtiya Ewrupa ya roja Înê li Slovakiya xalên giring yên hevbeş destîşankirin.

Angela Merkel û Francois Hollande, li bajarê Parîs hatin ba hev, herdu serokan stratejiya xwe ya hevbeş di çend xalên giring yên paşeroja welatên Yekêtiya Ewrupa de, destnîşankirin.

Di civîna du alî ya herdu welatan de, xalên ewlekariya ewrupa û şerê li dij terorê weke xalên pêşîn hatine destîşankirin, serokê Fransa Hollande derheqê artêşa hevpar ya YE axivî û da zanîn ku, ewê bingehek dayîmî yê artêşa YE destnîşan bikin, ku bikare di demên lezgîn de, hêzan bişîne, ev yek hertim ji aliyê Brîtaniya de dihat redkirin.

Hollande daxwaza rewşek nû ya leşkirê Ewrupî kir û got"Pêwîsî bi hêzeke leşkirî ya xwedî şiyanên parastinê heye ku bikare bi lezgînî tev bigre'.

Herweha Merkel û Hollande di xalên pêşîn yên weke giringî dan bi ewlekariya sinoran, kontrokirina hatina pêlên penaberan û herweha şerê bêkariyê û girngî dan bi hêza xurtan, xurtkirina rewşa abûrî û enerjiya dosta jingehê û pêşxistina teknolojiya dicîtal derxistin pêş.

Ji aliyê xwe de Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel daxwaza lidarxistina komcivînê kir û got"bi hîviya komcivîn bibe cihê bawerî, umêd û giringiya xelkê", herweha da zanîn ku heza giştî heye jibo lidarxistina komcivînê ev jî di danûstendinên berîya komcivînê de, pitr zelal bû.

27 welatên endam di Yekêtiya Ewrupa de dê roja Înê li Bratislava paytexta slovakiya komcivîna xwe encam bidin, jiber ku, Birîtaniya deng liser derçûna ji YE dabû, ew jibo komcivînê nehatiye bangkirin.

XS
SM
MD
LG