Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Europol: Li Welatên YE Desteserkirina Cîhadîyan Zêde Dibe


Navenda Europol'ê ya li Hollanda
Navenda Europol'ê ya li Hollanda

Polîsên Ewrupa (Europol) ragihand ku li Ewrupa, hejmara kesên ku bi gumana terora cîhadî têne desteserkirin sê sal in zêde dibe.

Europol da zanîn ku di sala 2016’an de 718 kes jiber gumana terora cîhadî hatine desteserkirin û bi bîr xist ku ew hejmar di sala 2015’an de 687 û 2014’an de 395 bû.

Li gor daneyên Europol, hejmara êrîşên terorî daketîye. Di sala 2015’an de li welatên Ewrupî 17 êrîş pêk hatibûn û par jî 13 êrîş li dar ketine.

Europol’ê di rapora bi navê ‘’Rewşa Terorîzmê û Trendên li YE’’ de da zanîn ku di sala 2016’an de li 8 welatên Ewrupa, êrîş, hewildanên êrîşê û êrîşên hatine asteng kirin giş 119 bûyer in ku ji alîyê cîhadîyan, neteweperestan û komên din ve hatine li dar xistin.

Di hemî bûyeran de tev 142 kes hatine kuştin û 379 kesên din jî birîndar bûne ku kuştin hema giş di êrîşên cîhadîyan de pêk hatine.

Di rapora ku 62 rûpel e de, Europol’ê bal kişand ku hejmara cîhadîyên jin yên ku êrîşan li dar dixînin jî zêde bûye.

Europol’ê dîyar kir ku hejmara rêxistinên çepgir yên tundrê jî ji 2014’an vir ve zêde dibe û ji 27 êrîşên ku di sala 2016’an de pêk hatine 16, li Îtalya qewimîne.

XS
SM
MD
LG