Lînkên eksesibilîtî

YE Piştî Gotinên Erdogan Nûnerê Tirkîyê Vexwend


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan

Komîsyona rêvebirina Yekîtîya Ewrupa (YE), nûnerê Tirkîyê yê yekîtîyê vexwend ku were derbarê gotinên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan agahîyê bide.

Erdogan pêr Çarşemê gotibû ku ger kiryarên welatên Ewrupa yên ser Tirkîyê neguherin ewê Ewrupî nikaribin li derve bi rihetî bigerin.

Berdevka Komîsyona Ewrupa Maja Kocijancic dîyar kir ku li benda nûnerê Tirkîyê ne ku ew ser gotinên Erdogan şiroveyên xwe bibêje.

Çend demjimêr piştî gotinên Erdogan, êrîşa Londonê pêk hat ku 4 kes hatin kuştin.

Reuters'ê piştî êrîşa Londonê, nûçeya gotinên Erdogan, li ser Twitter'ê ji hesabê "Top News" weşand ku vê yekê di medya Tirkî ya nêzî Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de deng veda.

Nûçeyên çapemenîyê Tirkîyê destnîşan kirin ku Reuters'ê bi qestî xwestîye gotinên Erdogan bi êrîşa London'ê ve girêbide.

XS
SM
MD
LG