Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

27 Endamên YE jibo Brexitê Dicivin


Li Brukselê civîneke serok û rêvebirên YE
Li Brukselê civîneke serok û rêvebirên YE

27 endamên Yekîtîya Ewrupa (YE), seba amadekirina plana jibo veqetîna Brîtanya, dê di 29’ê Nîsanê de hilcivîneke taybet li dar xînin.

Serokê Konseya Ewrupa Donald Tusk da zanîn ku ew dê di serî de jibo hemî sazî, kes û endamên yekîtîyê ji Brexitê zirarê nebînin danûsitandinan bikin.

‘’Jiber biryara Brîtanya ez xemgîn bûm. Jibo ku ew veqetîn nebe sebeba kêşe û krîzan çi ji dest me were divê em bikin.’’ Tusk got.

Piştî ku peyvajoya fermi ya veqetînê destpê kir, divê YE û Brîtanya heta Adara 2019’an ser şertên veqetînê li hev bikin û peymaneke nû îmza bikin.

Brîtanya, piştî endambûna ku ji 40 sal zêdetir dom dikir, bi referanduma par biryar dabû ku ji YE veqete.

XS
SM
MD
LG