Lînkên eksesibilîtî

Welatên Ewrupî Ser Êrîşa Amerîka Daxuyanîyên Piştgirîyê Didin


Merkel û Holland

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa François Hollande, piştî êrîşa Amerîka ya ser firîngeha Surîye bi rêka telefonê axifîn.

Her du serokan, piştî axaftinê daxuyaniyekê hevpar weşandin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku berpirsê êrîşan tenê Serokê Sûrîyê Beşar Esad e.

‘’Fransa û Almanya, jibo Esad jiber tawanên wî berpirs bibînin, ewê di çarçoveya hiqûqa Neteweyên Yekbûyî (NY) de, bi hevalbendên xwe re xebatan bidomînin’’

‘’Jiber ku berê jî çend car çekên kîmyayî karanîn û li dijî gelê xwe sûc kirin, di havîna 2013’an de, piştî komkujîya li Guta, Fransa û Almanya jibo Esad daxwaza toleyan kirin.’

Di daxuyanîyê de her du serokan bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî kir li Sûrîyê veguherîneke sîyasî pêk bîne.

Ji bilî Fransa û Almanya, Tirkîye, Brîtanya, Avusturya, Îtalya û Îsraîlê jî bi awayekî erênî li êrîşa Amerîka nihêrîn ku karbidestên wan daxuyanîyên piştgirîyê dan.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG