Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Penaberên Êzîdî li Kampa Midyadê


Di Roja Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku ji ber şer û krîzan 22 mîlyon û 500 kes mecbûr mane ji welatên xwe derketine û 65,6 mîlyon kes bi zorê ji warê xwe hatine derxistin.

Lİ gor raporê ji Sûrîyeyê 5 mîlyon û 500 kes, ji Afganîstanê 2 mîlyon û 500 kes, ji Sudanê mîlyon û 400 kesan terka welatê xwe kirine.

Herwisa di raporê de hatîye destnîşankirin 2 mîlyon û 900 penaber li Tirkîyeyê dimînin.

Êzîdîyên ku ji êrîşa DAIŞ’ê revîyan, hatin Tirkîyê, niha di Kampa Mîdyadê dimînin.

Hêjayî bîrxisitinê ye nêzî du hezar Ezîdî, ji du salan zêdetir li Kampa Amedê man. Lê piştî ku hikûmetê dest da ser şaredarîyan, ew kamp hat jî girtin û rûniştvanên kampê guhestin Kampa Mîdyadê.

Niha li wê kampê 1800 Ezîdî, 3,000 Erebên Sûrî dimînin.

Tehsîn Hecî Mûsa yek ji wan e. Tevî du zarok û hevjîna xwe û xizmên xwe 15 kes niha li Mîdyadê dijîn. Ew dibêje şertê wan ne başe û rewşa xwe şibande girtîgehek mezin.

Wî got niha germa havînê pir zehmetî ji wan re çêdike.

Tehsîn anî ziman ku Kampa Dîyarbekirê jibo wan pir xweş bû eynî wek Şengalê.

Wî destnîşan kir ew û penaberên Sûrî, serşo û tuwaletan bihevre bikar tînin, hin Ereb, gelek caran li ser çadiran xeberên nexweş dinivîsin li ser Ezîdîyan.

Tehsîn herwisa gazinên xwe li parlamenterên Kurd jî dike ku bersîva telefonê wan nadin.

Wî behsa rewşa zarokekê jî kir ku li Kampa Dîyarbekirê xwedê daye û niha nexwşîyek di sitûyê wê de peyda bûye. Divê emelîyat bibe lê jiber ku pere nîne, situyê zaroka yek salî xwar bûye.

Navê zarokê Hêlîne û keça Bazin Qasim Pirhemza û Cemîl Derman Ebo ye.

Parlamentera Kurd Feleknas Uca jî derbarê rewşa Ezîdîyên li Kampa Mîdyadê pirsîyarnameyek pêşkêşê parlamenê kir.

Uca di wir de destnîşan kiriye ku rêvebirîya kampê destûrê nade ku parlamenterên HDP'ê herin serdana Ezîdîyan li kampê û çavderîya rewşa wan bikin.

XS
SM
MD
LG