Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Felucê Hember Hêzên Îraqî li Ber Xwe Dide


Ajansa AFP radigihîne hêzên Îraqî di operasyona Felucê de, îro Sêşemê rastî berxwedaneke xurt ya çekdarên DAIŞê hatine.

Ajansê ragihand ku hewla artêşa Îraqê ya ketina nav bajêr heta niha serketî nebûye lê ji pir alîyan, taybetî jî ji başûr ve ber bi bi Felucê ve nêzîk dibin.

General Abdelwahab al-Saadi, fermandarê giştî yê operasyona Felucê ragihand ku çekdarên DAIŞê îro serê sibeh dij-êrîşeke xurt li hember hêzên wan pêk anîye.

"Nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hebûn. Ew bi çekên giran hatin ser me, lê wan otomobîlên bombebarkirî yan bombevanên xwekujî bi kar neanîn," wî ji AFP re got.

Saadi da zanîn ku hêzên Îraqî karîbûn, herî kêm 75 endamên DAIŞê bikujin, lê wî behsa hindahîyên hêzên hikûmetê nekir.

XS
SM
MD
LG