Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Rewşa Xirab ya Sîvîlan li Felucê Hişyarî Dide


Karbidestên Neteweyên Yekbûyî, di vê demê de ku hêzên Îraqî dest bi operasyona rizgarkirina Felucê dikin, xema xwe dîyar dikin ku bi hezaran malbat li wî bajarî asê mane.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Duşemê radigihîne ku ew li ser rewşa xirab ya dora 10,000 malbatên ku nikarin ji Felucê derkevin, xembar e.

Cîgira nûnera UNHCR li Îraqê Leila Jane Nassif dibêje, nêzîkî 80 malbat karîbûn di çend rojên dawî de ji Felucê birevin, lê revîn taybetî jibo jin û zarokan tijî xeterîyê ye.

Nûnertîya NY li Îraqê, ew demek e hişyarî dide ku rewşa mirovahî li bajêr xirabtir bûye û rûniştvan nikarin hewcedarîyên xwe yên bingehîn peyda bikin.

Nassif bal kişand ku jiber girtina rêkan ji alîyê grubên çekdar û artêşa Îraqê, ji dawîya sala borî vir ve ti alîkarî negiheştine bajêr.

XS
SM
MD
LG