Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Bajarokê Germe Hat Kontrolkirin û Feluce Hatiye Dorpêçkirin


FILE - Iraqi security forces backed by Shiite and Sunni pro-government fighters prepare to attack Islamic State group positions in Fallujah, 40 miles (65 kilometers) west of Baghdad, Iraq, Monday, July 13, 2015.
FILE - Iraqi security forces backed by Shiite and Sunni pro-government fighters prepare to attack Islamic State group positions in Fallujah, 40 miles (65 kilometers) west of Baghdad, Iraq, Monday, July 13, 2015.

Berpirsên Îraqê dibêjin, piştî dû rojana ji Operasyona Feluce, weke qonaxa yekê, bajarê Germe li rojavayê paytext Bexda ji çekdarên Daişê hatîye kontrolkirin û bajarê Feluce ji hemû aliyan de hatiye dabrîn û dorpêçkirin.

piştî dû rojên pevçûnên dijwar, roja sêşemê berpirsên îraqê dan xuyakirin ku, yekîneyên leşkerî bi hevkarîya hêzên esmanî bajarê Germe li rojavayê paytext Bexda kontrolkirin, bi tenê li kêm ciyan çekdarên Daişê mane, niha şer li dervey bajarê Felucê tê berdewamkirin, ajansa AP dide zanîn şer, li gur rojên borî şer û pevçûn sist bûne.

Şaredarê bajarê Germe Ahmed Helbosî, ji dervey bajar da zanîn ku piraniya bajarê Germe hatiye kontrolkirin, niha tîmên endaziyaran mîn û bombeyên çandî yên Daişê ji malan û avahiyên hikûmetê paqij dikin.

Fermandarê hêzên Heşda Şaabî Mehmud Murdî, da zanîn ku, li hind ciyên kêm yên bajarê Germe hind çekdarên Daişê şer dikin, lê bajarê Feluce bi temamî hatiye dabirîn û dorpêçkirin.

Îraqê roja yekşemê 22 Gulanê dest bi operasyona rizgarkirina Feluce ji çekdarên Daişê kirîye, Bajarê Feluce dikeve 40km rojavayê paytext Bexda, weke bingehekî giring yê grupên çekdarên radîkal tê naskirin, Daişê sala 2014an kontrokirye, piştî bajarê Remadî li rojavayê Îraqê ji çekdarên Daiş hatî rizgarkirin, hikûmeta Îraqê dixwaze bajarê Feluce jî rizgar bike, jibo rizgarkirina Feluce, ji dervey yekîneyên leşkerê Îraqê, hejmarek zêde ya heşda şaabî û bi hevkariya hêzên esamnî yên Îraqê û koalîsyona navnetewî operasyona rizgarkirina bajarê Feluce hatiye destpêkirin.

XS
SM
MD
LG