Nivîskar Dilawer Zeraq bi xebateke dûr û dirêj a salan û bi kedeke mezin ‘Ferhenga Biwêjan’ a ku ji sê cîldan pêk tê, amade kir.
Di nav sê cîldan de Ferhenga biwêjan a Kurdî- Tirkî, ferhenga biwêjan a mezin a Kurdî - Kurdî, ferhenga biwêjan a Tirkî-Kurdî hene. Her sê cîld bi giştî ji 2000 rûpelan pêk tê.
Zeraq ji Dengê Amerîka re behsa ferhanga xwe dike û dibêje di sala 1995’i de pêşî jibo xwe destpê kiriye lê bere bere hejmara biwêjan zêde bûye 2005’an de weke ferhenga Tirkî-Kurdî amade kiriye.
Piştî wê çapê dibine kêmahîyeke berhevkarîya folklora Kurdî jî heye û dest bi xebata ferhenga biwêjan an bi Kurdî Kurdî dike.
Berîya vê ferhengê tu xebatek bi Kurdî -Tirkî, Tirkî- Kurdî nehatîye kirin, ev xebata yekê ye û di awayê metodolojîya ferhengê de cudahîyek heye. Ferhenga bijêwan ji ji alîye weşanxana Lîsê hat çapkirin.
Gerînendeyê weşanxanê, nivîskar Lal Laleş dibêje ev ferheng rê li ber têkîlîya nivîskaran û ziman, têkîlîya xwendevanan û ziman vedike.