Lînkên eksesibilîtî

Dadgehê Careke Din Fermana Trump Rawestand


Dadgeha Herêmî ya Hawaî

Serokê Amerîka Donald Trump do Çarşemê, piştî dadgerê federal yê Hawaî fermana wî ya derbarê qedexeya rêwitîyê rawestand, bi hêrs soz da ku ger pêwîst be ewê heta Dadgeha Pêdaçûnê jî jibo fermanê bi her awayî li ber xwe bide.

Trump, çend demjimêr li dû biryara dadgehê, li Nashhville ya Tennessee bi piştgirên xwe re axifî.

‘’Metirsî dîyar e, hiqûq dîyar e, pêwîstîya jibo fermana min ya qanûndêr jî dîyar e’’ Trump got û bi berdewamî da zanîn ku desthilata wî jibo ewlekarîya gelê Amerîkî ye.

Dadgeha Herêmî ya Hawaî ragihand ku qedexeya rêwitîyê ya rê li hatina koçberên ji 6 welatên ku piranîya wan Misilman e digire, ewê derbekê li turîzmê xîne ku aborîya Hawaî bi giranî ser wê ye.

Dadgehê herwiha da zanîn ku ferman hemwelatîyên Misilman yên Amerîka mexdûr dike ku xizmên hemwelatîyan yên ji 6 welatan - Îran, Lîbya, Somalî, Sudan, Surîye, Yemen – nikarin serdana wan bikin.

Li ber e ku herî kêm 6 dadgehên din jî biryara rawestandina fermana qanûndêr bidin.

Qedexeya rêwitîyê ya yekê ku di 27’ê Rêbendanê de destpê kiribû, ji alîyê Dadgeha Eyaletê ya Washingtonê hatibû sekinandin û Dadgeha Pêdaçûnê ya Federal jî biryar pejirandibû.

XS
SM
MD
LG