Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump di Fermana Nû de Îraqê ji Lîsteya Welatên Qedexekirî Derdixîne


Welatên di fermana berê de qedexekirî
Welatên di fermana berê de qedexekirî

Ajansa AP'ê ji zarê karbidestên ku navên wan eşkere nekir ragihand ku di fermana nû ya Serokê Amerîka Donald Trump de, dê hatina hemwelatîyên Îraqî neyê qedexe kirin.

Trump bi fermaneke qanûndêr rê li ber hatina koçberên 7 welatên ku piranîya wan Misilman girtibû, lê Dadgeha Pêdaçûnê fermana wî red kiribû.

Li ber e ku Trump îro Çarşemê fermaneke nû îmza bike. Çar jêderên fermî ji AP'ê re dan zanîn ku di fermana nû ya qedexeya rêwitîyê de Îraq tine ku ew dewlet piştî xwestina Pentagon'ê ji lîsteyê hatîye derxistin.

Jêderan dîyar kir ku Pentagon'ê bi Qesra Spî rola Îraq'ê ya di şerê li dijî DAIŞ'ê de nîqaş kiriye.

Di fermana berê ya ku dadgehê red kir de ji xencî Îraqê, Îran, Sûrîye, Somalî, Sudan, Lîbya û Yemen di lîsteyê de bûn.

XS
SM
MD
LG